Weqfê bi piştgirîya xêrxwazan û dahata kermesa ku hefteyên borî li Qada Şêx Seîd hatibû vekirin, bi sedan zarok û malbatên wan kirin mêvan û bot û mont li wan belav kirin.
Armanc gihîştina 500 zarokan e
Alîkarê Serokê Karwanê Hêvîyê yê Dîyarbekirê Abdurrahîm Karadenîz derbarê xebatan de agahî dan, dîyar kir ku bi hezaran malbat li weqfa wan qeydkirî ne û wiha got:
"Bi dahata ku me ji kermesê bi dest xistîye, em îro 100-200 zarokên xwe cil û berg dikin. Her çend derfetên me têra gihîştina hemû malbatan nekin jî kampanyaya me didome. Em spasîya xêrxwazên ku heta îro piştgirî dane me dikin û ji bo ku zarokên me vê zivistanê necemidin, li benda piştgirîyên nû ne. Armanca me ya îsal ew e ku em bot û montan bigihînin 500 zarokên xwe." (ÎLKHA)