Li ser rêya Bêtlîs-Wanê qamyonek û otobûsek rêwîyan li hev qelibîn: 13 birîndar
Li ser rêya bejahî ya di navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê de, li nêzî gundê Koyluca, di qezaya trafîkê de 13 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Tetwan-Wan, li nêzî gundê Koyluca, dema ku qamyonek bi plaqeya Îranê ku ber bi Wanê ve diçû, li otobûsek rêwîyan a ji aliyê Wanê ve dihat, qewimî.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cendirme, AFAD, îtafîye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li cihê bûyerê alîkariya ewil ji birîndaran re hat dayîn.
Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e û li nexweşxaneyê hatine dermankirin.
Her çiqas sedema qezayê hêna nehatiye diyarkirin jî, hat dîtin ku di konteynerên ku maddeyên li ser rê belav bûne û ji hêla qamyonê ve hatine hilgirtin de "Sodyûm Lauryl Ether Sulfate" hebû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.