Karwanê Hêvîyê li Dîyarbekirê ji 500 malbatan re goştê sor û xwarinê belav kir

Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku di navbera dewlemend û feqîran de wezîfeya pirê bi cîh tîne, li bajar ji 500 malbatan re alîkarîya xwarinê, ji 150 malbatan re jî 2 kîlo goştê sor belav kir.

Alîkarê Serokê Komeleya Dîyarbekirê ya Karwanê Hêvîyê Abdurrahîm Karadenîz, derheqê xebatê de agahîyan da û weha got:

“Em wek Karwana Hêvîyê bi alîkarîya xêrxwazan xebatên xwe yên ku di meha Îlonê de kirîye ji raya giştî re parve dikin. Me vê mehê ji 500 malbatên xwe re xwarinê yanê zexîreyê belav kir, ji 150 malbatên xwe re jî herêka 2 kîlo goştê sor belav kir. Ji xwendekarên ku dest bi dibistanê kirine re jî alîkarîya qirtasîyeyê kirîye û wan alîkarîyên me hêna jî berdewam dike. Ev alîkarîyan helbet bi desteka xêrxwazan tê kirin. Ez bi vê wesîleyê bi navê Karwana Hêvîyê û malbatên mihtac ji xêrxwazan re teşekur dikim. Xwedê Teala alîkarîya we û xêra we qebûl bike û ji malê we re jî bereket bike înşeallah.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno