Karwanê Hêvîyê, li Efxenistanê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Weqfa Karwana Hêvîyê, li Kabîla paytexta Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di çarçoveya xebatên alîkarîyê de ji bi sedan malbatan re alîkarîya pereyê kir.

Karwana Hêvîyê ku ji bo hinek fealîyetan çûbû Efxenistanê ji êtîm û mihtacan re dibe hêvî.

Weqif, li bajar ji malbatên ku wan ji berê ve tespît kiribûn re hem xwarinê belav kir hem jî alîkarîya pere kir.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derheqê xebatan de agahîyan da û îfade kir ku destê alîkarîyê ya ku ji Tirkîyeyê hatîye dirêjkirin, mihtacên Efxenistanê kêfxweş dike.

Kurtaran weha axivî, “Xebatên me yên li Efxenistanê berdewam dike. Alîkarîyên pere yên ku xêrxwazên Tirkîyeyê ji me re emanet kirine me li vê derê ji malbatên mihtac re teslîm kir. Em dixwazin ku xwe ji gelek malbatan re bighêjînin. Ew ê alîkarîyên me berdewam bikin. Em li bêvîya desteka xêrxwazên xwe ne. Rebbê min bila alîkarîyên me qebûl bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno