Karwanê Hêvîyê li Xarpêtê li ser navê Yasîn Boru goştê qurbanê belav kir

Şaxê Jinan a Xarpêtê ya Karwanê Hêvîyê li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbanê de hatin şehîdkirin goştê qurbanê belav kir.

Karwanê Hêvîyê li Xarpêtê li ser navê Yasîn Boru goştê qurbanê belav kir

Weqfa Karwana Hêvîyê li nava welêt û li derveyî welêt xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Şaxê Jinan a Xarpêtê ya Karwana Hêvîyê li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbanê de hatin şehîdkirin goştê qurbanê belav kir.

Alîkara Şaxê Jinan a Xarpêtê ya Karwana Hêvîyê Emîne Betul Şahîn destnîşan kir ew wan goştên qurbanan ên ku Yasîn Boru belav dikirin û negihaştibûn xwedîyên wan belav dikin û wiha got: “ Îda Qurbanê li temamê alema Îslamê weke ku Hz. Îbrahîm kiriye û Hz. Îsmaîl teslîm bûye tê pîrozkirin. Dema ku qala Îda Qurbanê tê kirin şehîd Yasîn Boru û hevalên wî tên bîran. Ew û hevalên wî her tim di qelbê me de ne. Em ê wan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Şehîd Yasîn û hevalên wî hewil dan ji bo parçekek goştê sor be jî bikeve mala wan kesên feqîr. Lê belê ji ber ku hatin şehîdkirin ev xebata wan nîvrê ma. Îro em Şaxê Jinan a Xarpêtê ya Karwana Hêvîyê vê xebata bi xêr didomînin û li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di Îda Qurbanê de hatin şehîdkirin goştê qurbanê belav dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Zêr û dovîzê li Şirnexê hatine dizîn li Mêrdînê hatine desteserkirin
Em bê piştgiriya malbatê nikarin debara xwe bikin
Di tehqîqata heqareta li dijî Hezretî Muhammed de 4 kes hatin girtin
HAMAS: Xwîna şehîdan wê li erdê nemîne
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an