Karwanê Hêvîyê ya Diyarbekirê alîkarîya êzingan kir

Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê wek ku her sal dike îsal jî di zivistanê de malbatên mihtac û feqîran ji bîr nekir, ji malan re alîkarîya êzingan kir.

Karwana Hêvîyê yê ku alîkarîyên xwe yên him li nav welat û him jî li derveyê welat didomîne, vê carê jî li Dîyarbekir ji malbatên feqîr re lazimatîyên zivistanê bela kir.

Dildarên Karwana Hêvîyê ên ku êzingan bi çewalan kaşê malê feqîran kirin, ji duayên feqîran re bûn talib.

Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Diyarbekir Abdurrahîm Karadenîz derheqê fealîyetê de agahîyan da û weha got, “Em wek bi Karwana Hêvîyê yê Diyarbekirê ji malbatên xwe yên feqîr re soba û êzinga anît. Bi sedan malbatên me hene ku hêna jî bêvîya me ne. Banga me ya ji xêrxwazan ev e: Em di vê zivistanê de lazimatîyê feqîran ji wan re temîn bikin. Herî kêm bira zarokên me yên biçûk necemidin. Em zivistana wan bikin wek biharê. Bira Xwedê Teala ji niha ve xêra we qebûl bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin