“Kerbela navê mucadeleya li dijî neheqiyê ye”

Serokê Karên Diyanetê Gormez di derbarê Meha Muharremê de nirxandinan kir û destnîşan kir ‘Kerbela navê mucadeleya li dijî neheqiyê ye.’

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez  di peyama bi navê ‘Meha Kerbelayê, Aşûre û Kerbela’yê de destnîşan kir jiyana mîna Huseyîn, fêmkirina merhemet û edaleta ku wî di wê oxirê de can daye ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kerbela navê mucadeleya li dijî neheqiyê ye.Ez hêvî dikim ku ev roja watedar bibe wesîleya yekîtî û digelheviya ummetê.”

Gormez di berdewama peyama ku weşand de destnîşan kir dema ku her sal 10ê Muharremê tê di dilên kesên ku huzna Kerbela û muhabbeta Ehlîbeytê di dilê xwe de dihewînin xemgînî û mehzûniyet tijî dibe.Gormez dû re wiha pê de çû: “ Ev êşa ku ji dilan xwînê diherikîne keder û huzna hevpar a temamê  Muminan e. Jiyana mîna Huseyîn, fêmkirina merhemet û edaleta ku wî di wê oxirê de can daye ye. Kerbela navê mucadeleya li dijî neheqiyê ye”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye