Kermesa ku ji aliyê Karwana Umudê ya Amedê ve ji bo kesên hewcedar hat lidarxistin bi eleqeyeke mezin berdewam dike

Kermesa ku ji aliyê Karwana Umudê ya Amedê ve li Meydana Şêx Seîd ji bo malbatên hewcedar hat avakirin, dê heta roja yekşemê êvarê berdewam bike.

Karwana Umudê ya ku ji bo malbatên hewcedar, sêwî, bêxudan û bêkesan bi taybetî xurek, alîkariyên ayni û neqdî dike, xebatên xwe berdewam dike.

Karwana Umudê ya ku li Meydana Şêx Seîd a Amedê ji bo malbatên hewcedar kermeseke hefteyekê li dar xistiye; ji cureyên şîrnahiyê heta xwarinên malê, ji kincan heta cureyên pêlavan, ji tiştên malê heta aksesûaran û gelek cureyên xurekê hilberînên cuda nîşan dide.

Karwana Umudê ya ku di dawiya hefteyê de ji bo xêrxwazên Amedî ji bilî kermesê hinek çalakiyên civakî jî plan kirine, dê xebata kermesê roja yekşemê bi şahiya îlahiyan temam bike.

Cîgirê Serokê Karwana Umudê ya Amedê Abdurrahim Karadeniz ê ku di derbarê xebatên hatine kirin de daxuyanî da, spasiya xwe gihand xêrxwaz û bexşînerên ku di vê pêvajoyê de ew bi tenê nehêştin û piştgiriya xwe kêm nekirin.

"Di dawiya hefteyê de em malbatên xwe û zarokên wan dawetî kermesa xwe dikin"

Karadeniz ê ku diyar kir ji serê sibê yê roja duşemê ve wan dest bi xebatên kermesê kirine wisa got: "Ji 11ê mehê û vir ve kermesa me ya ku me ji bo piştgirîkirina sêwî û mexduran li dar xistiye berdewam dike. Ji ber eleqeya ku gel û xêrxwazên me di van pênc rojan de nîşanî kermesa me dane, em ji Xwedê re hemûd dikin. Eleqe li gorî bendewariyên me bû. Xwedê ji hemû xêrxwazên me razî bibe."

Karadeniz ê ku di derbarê bernameyên dawiya hefteyê de agahî dan wisa axivî: "Lê tenê du rojên kermesa me man. Em ê roja şemiyê û yekşemê jî berdewam bikin. Roja yekşemê ber bi êvarê ve em ê kermesa xwe temam bikin. Sibê dê çalakiya tiyatoya zarokan çêbibe. Bi vê wesîleyê em hemû malbatên xwe ligel zarokên wan dawetî kermesa xwe dikin. Li vir dê şanoyên bi naveroka Îslamî werin nîşandan. Înşallah zarokên me jî dê ji van çalakiyan sûd werbigirin."

Karadeniz di dawiyê de wisa got: "Roja yekşemê jî dê şahiya me ya îlahiyan çêbibe. Em li benda vê çalakiya xwe jî hemû malbat, dost û xêrxwazên xwe ne. Her danûstendina ku li vir bê kirin, bi destûra Xwedê dê bibe alîkarî ji bo birayên me yên sêwî û mexdur. Bi vê wesîleyê, em spasiya hemû xêrxwazên ku heta niha piştgirî dane kermesa me dikin. Rebbê min ji wan razî bibe û bereketiyê bide malê wan."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin