Kerwana Umûdê cardin çû herêma erdhejê

Weqfa Kerwana Umûdê bo kesên ku di erdheja li ser sînora Iraq û Îranê pêk hat de zirar dîtin alîkarî bike cardin çû herêma erdhejê û ji kesên mexdûr re alîkarî belav kir.

Weke ku tê zanîn di 12ê Mijdara 2017an de Halepçe wek navend  li ser sînora Kurdistana Iraq û Îranê di mezinahîya 7.3an de erdehejek pêk hatibû û di erdhejê de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Weqfa Kerwana Umûdê ya ku berî niha çûbû herêma erdhejê ji kesên ku di erdhejê de mexdûr bûbûn re alîkarî belav kiribû cardin çû herêma erdhejê ya li Kurdistana Îranê û hewil da ji kesên mexdûr re alîkarî bike.

Heyeta alîkarîyê ji teref  Hîlalê Ahmar a Îranê ve hat pêşîwazîkirin. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin re, alîkarîyên di TIRê de hatin veguhastin wesayîtên Hîlalê Ahmer û ew ê ev alîkarî bên birin herêmên erdhejê.

Alîkarîyê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar derbarê mijarê de li ser sînorê daxuyanîyek da û destnîşan kir ew bo alîkarîyê cardin hatine herêma erdhejê.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir wek Weqfa Kerwana Ûmudê xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bo ku em ji kesên ku li herêma Kîrmanşaha Îranê ji erdhejê de mexdûr bûne re alîkarîyê bibin ji derîyê sînor a Îranê derbas bûn û rayedarên Ahmerê Sor jî li vê derê ne. Em ê alîkarîyên xwe ji wan re bigihijînin. Ji bo ku birayên me di bin wan şert û mercên giran de bi tenê nemînin em ê xebatên xwe bidomînin. Em ji hemû kesên ku me pêşîwaz kirine re telşekur dikin.”

ÎLKHA




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da