Kerwana Ûmudê ji bi hezaran malbatî re alîkarî belav kir

Ji terefKerwana Ûmudê ya ku navenda wê Stenbolê ye ve li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran malbatên feqîr re beriya eyda Remezanê alîkarî hat kirin.

Weqfa Kerwana Ûmudê ya ku navenda wê li Stenbolê ye ji ber minasebeta eyda Remezanê li Diyarbekir û Mêrdînê ji bi hezaran kesên feqîr, jar, yetîm û hewcedar re alîkariya erzaqê  hat kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Evdilqadir Yeşîlmen di derbarê alîkariya ku hatiye kirin de destnîşan kir ji ber ku ew xwestine rewşa xelkê di cihê wê de bibînin û bi vê aramancê ew bi xwe hatine heremê û li gelek deran geriyane. Yeşîlmen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di çarçoveya vê aramancê de em pêşî  çûn Midyada Mêrdînê û ji wir jî derbasî Kerboran û Nisêbînê bûn. Me li halê hilweşandî ya Nisêbînê dît û mehzûn bûn. Me dît ku ji 12 taxan tev de 6 tax  tarumar bûye. Bi vê wesîlê me halên welatiyên xwe yên ku mexdûr bûne muşahede kir. Me bi wan re axivî û derdê wan guhdar kir Me rewşa malbatekê dît di rewşeke pir xirab de bû. Belê li Stenbolê jî malbatên mexdûr hene, lê ne bi halê vê derê ye. Em perîşan bûn. Baş e ku em hatin. Dû re em derbasî Şirnex û Cizîrê bûn.”

Yeşîlmen di dawiya axavtina xwe de diyar kir  rayedarên wan ên li Diyarbekirê jî di çarçoveya xebatên alîkariyê de ji 2 hezar û kesan alîkarî hatiye kirin.

ÎLKHA







































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe