Ji rayedarên Platforma Alîkariyê ya Kerwana Ûmudê Fîkrî Karavîl di derbarê mijarê de diyar kir ew ê ji bo xelkê Şernexê ya ku mexdûr bûye re ji îro pê ve dest bi şandina 25 ton arvan bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû nêzî salekê ku li Şernexê qedexeya derketina derve heye. Piştî ku qedexe hat rakirin re me li heremê tehqîqet kir. Di vê zivistana bi sir û seqem de xelk hewil dide jiyana xwe bidomîne. Divê em ji vê rewşê re bêeleqe nemînin. Em ji bo ku ji xelkê xwe re bibin alîkarî me qerar da ku pêdiviya wan a nan temîn bikin. Di vê çarçoveyê de em qamyonek aravan hazir dikin da ku em ji Şernexê re bişînin. Piştî ku me arvan bar kir em ê alîkariyên xwe bişînin.(ÎLKHA)
Kerwana Ûmudê ji xelkê Şernexê re 25 ton arvan alîkarî kir
DİYARBEKİR - Ji xelkê Şernexê yê ku ji ber şerên ku qewimîn mexdûr bûye re ji teref Platforma Alîkariya Kerwana Ûmudê ve 25 ton arvan alîkarî hat kirin.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye