Kerwana Ûmudê li Êlihê ji 600 malbatî re alîkarî kir

Ji teref Kerwan Ûmudê ve li Êlihê ji 600 malbatên feqîr û jar re alîkariya erzaq û cilan hat kirin.

Kerwana Ûmudê ya ku xebatên xwe li Êlihê birêve dibe bênavber xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Di bergeha xebata alîkariyê de Kerwana Ûmudê vêcarê ji 600 malbatên feqîr re alîkariya cil û bergan û ya erzaqê kir.

Li navenda Êlihê ji 500 malbatî re alîkarî hat kirin. Malbatên ku ji alîkariyê re muxtac in ev heftiyek e ku tên navenda komelê û him ji xwe re û him jî ji zarokên xwe re cil û bergên eydê digrin.

Sekreterê Giştî yê Kerwana Ûmudê Faysal Ruzgar di daxuyaniya ku di derheqê xebarên alîkariyê de da de destnîşan kir  ew hêj hewil didin bibin hêvî û ûmida xelkê û ji ber vê yekê ew ji ber minasbeta Remezanê heta biha ji 500 malbatî re alîkariya cil û berg û erzaqê kirine.

Li Hezoyê jî ji 100 malbatî re alîkarî hat belavkirin

Kerwana Ûmudê li Hezoya Êlihê jî di çarçoveya xebatên alîkariyê de 20 ji wan êtîm tev de ji 100 kesên ku pêdiviya wan ji alîkariyê hebûn re alîkariya erzaq û cilan kir. Abdulcelîl Balayê Serokê Kerwana Ûmudê yê Hezoyê ye di derbarê mijarê de diyar kir ew beriya Remezanê kesên ku pêdiviya wan ji alîkariyê re heye tespît kirine û niha xebat dane destpêkirin da ku alîkariya wan kesên ku hatine tespîtkirin bikin.(ÎLKHA)
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe