Kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wîbibe eyd

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinçê ku li Mêrdînê di bernameya pîrozbahiya eydê de axivî diyar kir kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wîbibe eyd.

Li Qosera Mêrdînê ji teref Şaxa Qoserê ya Cemiyeta Mustezafan ve bernameya pîrozbahiya eydê hat tertîpkirin. Endamên partî û STKyan û gelek kesên vexwandî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn.

“Kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wî  bibe eyd”

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinçê ku li Mêrdînê beşdarî  bernameya pîrozbahiya eydê bû di bernamê de di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Kilinç diyar kir Xweda piştî Remezanê nesîbê me kir ku em bigihijin eydê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rebbê me van îbadetên ku me di vê mehê de eda kiriye qebûl bike. Malûmê wê ye tê gotin kesê ku maziya wî Remezan bê ew ê îstîqbala wî  bibe eyd. Di meha Remezanê de her çiqas ji nefsên me re zor hatibe jî me rojî girt û em niha şahî û şadiya eydê dijîn; ez ji Xweda hêvî dikim bi heman awayî axreta me jî bibe eyd.”

Kilinç di berdewama axavtina xwe qala qedr û qiymet û her wiha mukafata meha Remezanê kir û dû re bername bi pîrozbahiyê xelas bû.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin