Kesên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a li Mêrdînê bûn hest û ramanên xwe vegotin

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Mêrdînê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin, kesên ku beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a li Mêrdînê bûn hest û ramanên xwe vegotin.

Erdal Havuzogluyê ku beşdarî bernamê bû ji Platforama Evîndarên Pêxember re teşekur kir û di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: “Ev cûr bername pir xweşik in, berî niha jî dihatin tertîpkirin û em beşdarî wan dibûn. Xweda ji wan kesên ku van bernameyan tertîp dikin razî bibin. Îro li Êlihê û heftiya were jî ew ê li Diyarbekirê bê tertîpkirin. Înşallah em ê beşdarî wan bibin. Di van rojên dawî de di derheqê Wîladetên Pîroz de nivîsên cahilane tên nivîsîn. Em li wan kesan dinêrin bûne profesor , lê nebûne însan. Yadkirina pêxember, anîna selewatan gelo eb yek sûc in?  Berewajî divê em kêfxweş bibin, lewra însan bi şikleke girseyî  Xweda û Resûlê Wî zikir dikin. Gelo ji vê xweştir tiştek heye.”

Kesên bi navê Şeyhmus Ozsoy, Zehra Xanim, Mehiye Kiliç, Abdurrahman Akbalik, Hamdullah Bekîroglu, Ziyaeddîn Ozsoy û Mehmet Sîraç Şîmşek ên ku beşdarî bernam bûn di derheqê bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku tên tertîpkirin de hest û nêrînên xwe wiha vegotin: “ Maşallah bernameyeke pir xweş e, em her sal beşdarî dibin. Ew ê hefiya were li Diyarbekirê bê tertîpkirin em hemû kesî vedixwînin wê derê. Em di van bernameyan de hezkirin û muhabbeta xwe  ya ji bo Xweda û Resûlullaj nû dikin. Înşallah her roja ku derbas bibe ew ê qelebalixtir bibe. Însan êdî heyata Resûlê Xwedê îdrak dikin û tên van beranameyan.”

ÎLKHA























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe