Di wan rojên borî de li Semta Şehîtlîka Yenîşehîra Diyarbekirê avahiya bi navê Gokdaxê ji ber ku kolanên wan teqiyan hilweşiya. Şêniyên avahiya ku hilweşiya û şêniyên 4 avahiyên derdorê yên ku îxtîmal e hilweşin ji ber ku cîhekî biçine tuneye ji naçarî li derve man.
Şêniyên avahiyan bi şikleke bifikar li benda çareseriyê ne û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin.
Şêniyê bi navê Hesen Çîçek ê ku diyar kir ew 3 rojan li derve maye û tû kesî pirsa wî nekiriye. Çîçek dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qeweta me tuneye em herin dereke din. Ger eşyayên me nihga bidin me em nikarin pîqabekê bigrin û wan bibin derekê. Bila pêşî ji me re îmkaneka wek daîre, kirê yan tiştekî din tedarik bikin û dû re çi dikin bila bikin.”
Şêniyê bi navê Nevzat Kar ê ku diyar kir ji ber ku kekê wî di girtîgehê de ye ew mecbûr e ku li du malbatan binêre û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Avahiya ku hilweşiya ev 30 sal e ku riziyabû, tû kesî nehat ji me re negot ev avahî riziyaye û ew ê îro sibe hilweşe. Heta ji berxwe ve hilweşiya. Însan di wê avahiyê de bûn, ger ne bi alîkariya Xweda bana ew ê hemû însan di bin wê enqazê de mabana. Eşyayên me tev di hundir de ne, em mexdûr in û em tev de kirêdar in û ev malbat tev li kolanan radizin. Bila dewlet li me xwedî derkeve.”
Kesên bi navê Hanîfe Kar û Kadriye Koyuncu jî derheqê mijarê de diyar kirin ew mexdûr in bila rayedar ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)