Kesên ku naxwazin lîstika wan xira bibe naxwazin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna 28emîn a Mixtarên ku ji 17 bajaran hatibûn de xitabî mixtaran kir.Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Kesên ku naxwazin li Sûriyeyê lîstika wan xera bibe dixwazin Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê neb

“Em mecbûrin ku Meseleya Mûsilê çareser bikin”

Serokomar di berdewama axavtina xwe de bang li Birêveberiya Navendê ya Iraqê kir û wiha got: “Kesê ku derîyên xwe ji 300 hezar Iraqiyan re vekir gelo ne Tirkiye bû?Tu kesên din vê yekê nekir, me vê kir.Ji ber vê yekê dema ku te tiştek got Tirkiyê, divê tu vê yekê bifikirî.Tu nikarî dostekî bi vî awayî bibînî.Ger ku tu dostê xwe biêşîne dê tu winda bikî.Em ê di warê meseleya Mûsilê de him li masê û him jî li sehayê bin.Em mecbûrin meseleya  Mûsilê çareser bikin.Ger ku em Mûsilê ji mezhepperestiyê re feda bikin, em nikarin pêşiya vê pirsgirêkê bigrin û ew ê ev mişkîle bigihîjê heta sînorên me.Li Mûsilê Ereb û Turkmenên Sunnî hene.Em nikarin wê derê berdin destê têgihiştine mezhebekê.”

Erdogan di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew ne dijminê Şîîyan e, lê belê ger ku Şîîtiyê têxin şûna Îslamê ew ê li dijî vê yekê bisekinin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”