Kesên ku Qur’ana Kerîm qetandin û avêtin derdorê dê bê ceza nemînin

Ji teref Ofîsa Barzanî ve derbarê qetandian Qur’ana Kerîm a li Hewlêrê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Di dîmenên ku doh li ser medyaya civakî hatin weşandin de tê dîtin ku hinek kes li pelên Qur’ana Kerîm diqetînin û davêjin derdorê.Li dijî nirxên xelqê bi şiklekek bêedeb tevgerîn ne ya qebûlkirinê ye. Tiştê ku hatiye kirin de di nav civakê de dibe sedema fitne û xerabûna ewlehîyê. Ew tiştê ku hatiye kirin dê bêceza nemîne. Ev tiştê ku hatiye kirin temama sînoran û xetên sor xistiye bin pîyan. Em ji temamê wezîfedaran rica dikin ku vê meselê taqîb bikin û destûr nedin ku tiştên wisa cardin pêk bên.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin pelên Qur’anê bi zanebûn li derdorê nehatine belavkirin. Tê diyarkirin kesekî ku ji camîyê derketiye Qur’an di destê wî de bûye, dema ku li wesayîta xwe siwar dibe dideyne li serê û li wê derê ji bîr dike ku ji ber vê yekê di dema seyrê de li pel li derdorê belav bûne.

Tê diyarkirin kesê ku Qur’anê li ser wesayîta xwe ji bîr kir çû ba melayê camîyê û meseleyê jê re îzah kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e