“Kesên ku xaç li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn?”

Serokkomar Erdogan ji helwestên welatên Ewrûpayê re bertek nîşan da û wiha diyar kir: “Kesên ku xaçên gamayî li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn? We mizgeftên me neşewitandin?”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarê bernameya vekirina komî bû. Erdogan di bernameyê de ji ber helwestêb dewletên Xerbê bertek nîşan da.

Serokkomar Erdogan wiha destnîşan kir: “Dê hûn ji Serokkomarê Komara Tirkiyê re bibêjin dîktator. Lê dema ku em ji we re dibêjin faşîst zora we diçe. Dema ku em dibêjin nazî zora we diçe. Lê mêze bikin. Ez bi delîl diaxivim. Kesên ku xaçên gamayî li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn? Ji bo vê yekê we tu tişteke kiriye? We mizgeftên me neşewitandin?” (ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin