Keştiya koçberan binav bû: 41 mirî

Bota koçberan li Girava Lampedusa ya Îtalyayê binav bû, di encama bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Girava Lampedusa keştiyeke ku koçberên ku ji Safakesa Tûnisê bi rê ketibûn tê de bûn binav bû.

Di encama bûyerê de 41 kes mirin. Hat ragihandin bes 4 kes hatin xelaskirin.

Kesên ku ji qezayê xilas bûn diyar kirin ku di destpêkê de 3 jê zarok 45 kes hebûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 14 hezar kes dema hewl didan ji welatên wekî Lîbya û Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin, di deryayê de jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin