Kevir Avêtin Bînaya Huda Parê

Li Bêgira navçeya Wanê, do bi şev hinek kesan bi dar û keviran, êrîşî bînaya Huda Parê...

Li Bêgira navçeya Wanê, do bi şev hinek kesan bi dar û keviran, êrîşî bînaya Huda Parê ya ku li mehela Yenîşehîrê, li ser cada Cimhûriyetê bû kir. Di heyama êrîşê de bînaya partiyê girtîbû.

  Ji ber êrîşê, di bînayê de xisara maddî qewimî. Bîna, di Gulana par de ji xizmetê re hatibû vekirin. Li ser êrîşê endamên partiyê lêkolîn kir, êrîşê şermezar kir.

   Wekî tê zanîn Partiya Doza Azad, ji damezrandina xwe hetanî niha, gelek caran marûzî êrîşan dibe. Her carê jî tu êrîş nayê ronîkirin, tu fail nayê girtin. Berî niha serokê partiyê Zekeriya Yapicioğlu beyan kiribû ku êrîş, bi destên şebekeyên kûr tên kirin û mexsûs nayên ronîkirin û failên wan nayên eşkerekirin.  

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin