Kiliçdaroglu li Diyarbekir axivî

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê di bergeha xebatên referandûmê de hat Diyarbekirê di axavtina xwe ya ku kir de hikûmetê kir hedef.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê di bergeha xebatên referandûmê de hat Diyarbekirê di axavtina xwe ya ku kir de hikûmetê kir hedef. Kiliçdarogluyê ku di derbarê guhertina makeqanûnê de axivî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê rexne kir.

Kiliçdaroglu piştî ku ziyareta teşkîlata CHPê ya li Diyarbekirê pêk anî di bergeha xebatên referandûmê de axivî. Kiliçdaroglu di axavtina xwe de wiha diyar kir: “Heke ev guhertina makeqanûnê derbas bibe dê Tirkiyê bikeve lîga sêyemîn.

Kiliçdarogluyê ku di axavtina xwe de qala rewşa aboriya Diyarbekirê kir wiha destnîşan kir: “Li Tirkiyê 3 yemîn bajarê ku bextewar nîne Diyarbekir e. Diyarbekir bextewar nîne, bê aramî û endîşedar e. Milyonek û 700 hezar nifûsa wê heye. Lê ji bajarên herî feqîr ên li Tirkiyê yekî ye. Kesên Diyarbekirî vê yekê heq nakin. Ciwan bê kar in. Diyarbekir ji aliyê bêkariyê ve li Tirkiyê bajarê duyemîn e.”

ÎLKHA





İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin