Kilîs bi roketan hişyarbû

KILÎS - Di encama ketina Kilîsê ya 3 berikên roketê ya ku ji teref Sûrî ve hat de 4 kes birîndar bûn.

Kilîs bi roketan hişyarbû

Îro dîsa di derdora saetên sibê de ji teref Sûrî ve 3 berikên roketê ket nav bajarê Kilîsê. Di encama vî bûyerê de 4 kes birîndar bûn û hinek avahî û wesayît zirarê dîtin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin îro di derdora saetên sibê de ji teref Sûrî ve 3 berikên roketê ket nav bajarê Kilîsê. Berikek îsabetê dîwara ku di nabeyna lîse û Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî a Kilîsê a ku li Taxa Yaşar Ataturkî de bû kir.

Di encama teqînê de di dîwarên lîse û Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî a Kilîsê de xisar çêbû. Roketek din jî ket nêzê wî hawîrdorê. Di encama ketina roketa duyemîn de 4 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

20 deqîqe piştî van roketan roketek din jî ket bajêrê. Di encama ketina vî berikê de jî avahiya 5 tebeqeyî ya ku di Taxa Necmettîn Erbaqanî de bû xisar dît.

Hat ragihandin ku 2 kozikên DAÎŞê bi obusan hatiye bombebarankirin û 4 DAÎŞî jî hatine kuştin. (ÎLKHA)



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê derbarê 6 doktoran de lêpirsîn hat destpêkirin
Şewata daristanê ya li Licê li qadeke fireh belav dibe
Li ser rêya Sêrt-Misircê du wesayît li hev ketin: 7 birîndar
Rekora germahiyê hat şikandin
Kesekî firarkirî ku 18 sal ceza lê hatibû birîn, li Dîyarbekirê hate girtin