Kilîsî di nava tirs û endîşê de dijîn

KILÎS - Ji roja ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kiriye vir ve gelek caran berikên hewanan û mûşekên katyuşayê îsabetî Kilîsê dikin, ji ber vê yekê Kilîsî di nava tirseke mezin de dijîn.

Her weke ku tê zanîn di Adara 2011an de li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kiribû ku ji ber roketên ku ji Azeza Sûriyê tên avêtin Kilîsa ku li ber sînorê dibe hedefa van roketan.Ji ber îsabetkirina van roketan li Kilîsê gelek mirin û birîndarbûn pêk hatin ku ev yek jî dibe sedem xelkê bajêr di nava tirs û endîşê de bijî.

Li Kilîsa ku nufûsa wê 108 hezar e 110 hezar Sûriyeyî dijîn

Rewş bi vî awayî ye, xelkê navçê di derbarê mijarê de diyar dikin li bajêr tedbîrên ciddî nayên girtin û di nava rewşeke bi vî awayî de kesên rayedar ketine derdê standina xelata Nobelê.

Gelo Kilîs bizanebûn dibe hedefa roketan?

Di sala 2016an de heta niha tevde nêzî 60 roketî îsabetî nava bajêr kirin ku ev yek jî dide nîşan bi îxtîmalake mezin Kilîs bizanebûn dibe hedefa roketan. Nexasim roket dikevin nêzî hawirdora nexweşxanê ku  ev yek jî dibe sedema pirsinan.Ji bilî van her çiqas roket carninan bikevin erdên vala, exlebe camî, mal mekteb û lojmanên eskeriyê dibin hedefên roketan.

Her weke ku me gotibû exlebeyê roketan îsabetî nêzî nexweşxanê dikin ku hemwelatî di derbarê vê mijarê de diyar dikin ji ber ku muxalifên Sûriyeyî yên birîndar li vê nexweşxanê tên tedawîkirin , nexweşxane tê hedef girtin.

Gelek malbat newêr in zarokên xwe bişînin mektebê

Li bajêra ku asta tirsê gelek zêde bûye xelk teleb dike kesên rayedar tedbîrên cîddî bistînin.Ji ber ku hinek roketên ku dikevin Kilîsê îsabetî mekteban dikin dibe sedema tirsê û ji ber vê yekê gelek malbat newêr in zarokên xwe bişînin mektebê.

Li bajêr her wiha di qada tenduristiyê de jî pirsgirêk hene

Bi qasî ku li bajêr di qada perwerdehiyê de  zehmetî derdikevin jî bi heman awayî di qada tenduristiyê de jî pirsgirêk rû didin.Ji ber ku di van demên dawî de çend roket îsabetî nêzî Nexweşxaneya Kilîsê kirine doxtor çalakî li dar xistine û dev ji karên xwe berdane.

Her wiha li bajêr xelk ji ber ketina îxtîmala roketan di nava tirsekî mezin de dijî.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye