Koçên ji Helebê didomin

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku rejîma Sûrî û balafirên Ûris Helebê dan ber bomban di nabeyna çend rojan de herî kêm 50 hezar însan ji bajêr koç kirin.

Hat ragihandin piştî ku rejîma Sûrî û balafirên Ûris Helebê dan ber bomban di nabeyna çend rojan de herî kêm 50 hezar însan ji bajêr koç kirine.

Li Helebê herêmên ku di bin qontrola mixalifan de ne ji ver êrîşên ku di van 2 heftiyên dawî de hatine lidarxistin hêrî kêm 500 siwîl jiyana xwe ji dest dane û nêzî 2 hezar kesan jî birîndar çêbûne. Ji ber bombebaranê binesaziya bajêr xera bûye. Di bajêra ku nexweşxane jî bûne hedef xizmetên tendurûstiyê nayê dîtin. Siwîl di derbarê temînkirina xwarin û vexwarinê zehmetî dikêşin. Ji ber vê yekê siwîl wek çare ji herêmê koç dikin.

Çavdêrxaneya Mafên Însanên Sûrî yên navenda wê li Londrayê ye di daxuyaniya ku da de diyar kir ku heta niha 50 hezar siwîl koç kirine. Sivîlên ku birçî û têhn hewl didin ku koçê derên ewletir bikin.

Her wiha hat ragihandin leşkerên girêdayê rejîma siwîl muemeleya terortiyê li siwîlan dikin. Rêxistinên çavdêr diyar kirin ku ji ber êrîşên leşkerên rejîmê gelê ku ji mal û warê xwe dibe dûçarê lêpirsînan dibin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin