Koçer di rêya vegerê de ne

Koçerên ku di mehên biharê de heywanên xwe derdixin zozanan, bi sarbûna hewayê re dest bi vegerê kirin.

Rêwîtiya vegerê ya koçerên ku di mehên biharê de bi heywanê xwe re derdikevin zozanan, dest pê kir.

Hat dîtin ku koçerên ji zozana Çata navçeya Erzeromê vedigerin, di Kanîreşa navçeya Çewligê re derbas dibin. Şivanên ku îhtîyacên xwe li ser pişta ker û hespan dikin bi keriyê pezên xwe re rêwîtiyê dikin. Koçer piştî ku ji navenda navçeyê qûtê xwe girtin re dîsa derketin rê. 

Hat hînbûn koçerên ku ji zozanê girêdaye Kanîreşa Çewligê dane rê  di rêya vegerêdene û gihane Depa navçeya Xarpêtê. Hinek xwediyê heywanan ji ber tunebûna şivanan di rê de heywanên xwe xistin qamyonan û birin.   

Mehmet Alî Şîmşek da zanîn  ji ber germa Diyarbekirê mwî tu randiman ji heywanên xwe nedigirt û ji ber vê yekê jî  zozanên Erzeromê  kirê kiriye û wisa pê de çû: “Di mehên biharê de em diçin zozanên Çata navçeya Erzeromê. Nezî 6 mehan em li vir dimînîn û heywanên xwe diçêrînin û li vir şîr, mast û penêr çêdikin. Piştî hewa sar dibe em derdikevin rêwîtîya vegerê ya ku wê 2 mehan dewam bike. Em zivistanî nikarin li Erzeromê bimînin, ji ber vê em diherin Diyarbekir û deverên germ. Bi gelemperî em di meha Îlon û Cotmehê de derdikevin rê û ev rêwîtîya me 2 mehan didome.”

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e