Koçer ji jiyana xwe ya zozanan razî ne

ÇEWLÎG - Koçerên ku li zozanên Herêma Anatola Rojhilatê pezên xwe diçêrînin diyar kirin ku digel her zehmetiyan ew ji jiyana xwe razî ne.

Malbata Akalin a koçerê ku mala wê li Xarpêtê ye diyar kir ku ew wek malbat zivistanan li Rihayê û havînan jî li Zozanên Temekê jiyana xwe didomînin. Her wiha malbatê destnîşan kir ku digel hemî renc û zehmetiyan dê ew wek koçer jiyana xwe ya li zozanan bidomînin.

Ji malbatê Alî Akalin micadeleya xwe ya jiyanê ji ÎLKHAyê re diyar kir. Akalin destnîşan kir ku ew wek 4 malbat di heman zozanê de dijîn û wek aborî jî bi heywandariyê re eleqedar in.

 “Ji ber ku karê heywandariyê bi zehmet e gelek malbat dev jê berdidin”

Akalin ragihand ku ew xwedî malbatekî mezin in. Dûvre Akalin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em havînê ji bo 3-4 mehan tên zozanan. Em hatin Zozanên Temekêya Kanî Reşê. Xizmên me yên din diçin derên din. Ev karê heywandariyê ji bav û kalên me ji me re maye. Gelek malbatên ku ji eşîra me ne ji ber ku ev kar zor bû dev jê berdan. Malbatên ku dev ji heywandariyê berdan li bajarên wekê Çewlîg, Xarpêt, Diyarbekir û derên din bicî bûne.”

 “Rêwîtiya me ya zozanan 2 meh ajot”

Akalin destnîşan kir ku ji Rihayê hatiye. Akalin wiha pê de çû: “Rêwîtiya me ya zozanan 2 meh ajot. Gelek seemên me yên ku em di 2 mehan de tên vir hene. Heke heywan ji nîşka ve ji hewayên gerim were ber hewayên serma nexweş dikeve. Em keriya pez bi bêhna fireh tînin vir. Em dê 3-4 meh liv ir bimînin. Dê em pez biçêrînin û penîr çekin.”

 “Em di derfetên gelek zor û zehmet de didomînin”

Akalin wiha qala zehmetiyên jiyana koçertiyê kir: “6 zarokên min hene. Min 3 lawên xwe şand dibistanê û 3 lawê min ên din jî cem min in. Ji ber heywandariyê min zarokên xwe yên ku dixwînin jî hilgirtin. Karê heywandariyê gelek bi zehmet e. Karê 2-3 kesan nîne. Niha pîreka min nexweşê gurçikê ye. Jê re neqil divê. Di heftê de çen car em wê ji bo ku têkeve makîneya diyalîzê dibin bajêr. Carinan dema ku wesayît tunebe em wê bi heywanan dibin nexweşxanê. Em di derfetên gelek zor û zehmet de didomînin. Lewra em ji bo kedekî helal dixebitin.”

Îbrahîm Xelîlê 20 salî wiha axivî: “Digel her tiştî em jiyana xwe didomînin. Mezinên me vî karê kirin. Em jî didomînin. Jiyana zozanan bi av û hewaya xwe xweş e. Ez sibeyan sexelan diçêrînim. Di warê dûtina pez de jî alaîkariyê dikim. Em betal înamînin.” (ÎLKHA)

 















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye