Her weke ku tê zanîn doh kesên PKKyî li navçeya Baglara Diyarbekirê çal vedan û barîkat danîn.Ji ber van barîkat û çalan li navçê pevçûn destpêkirin.Piştî pevçûnên ku doh li navçeya Baglara Diyarbekirê dest pê kirin re xelkê navçê dest bi koçê kir.Xelkê ku doh dest bi koçkirinê kir diyar kir ew bê çare ne û ji bona ku biçînê tu cihê wan tune ye.
Kesên ku dest bi terikandina navçê kirin di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn.
Li Koşuyolu, Dortyol û li Kolana Nukhet Coşkun hat dîtin kesên PKKyî wesayîtên ku wek barîkat bikaranînê şewitandine. Hinek wesayît bi temametî hatine şewitandin û hinek ji wan jî qulibîne.
Nexasim li Kaynartepeyê hat dîtin çal hatine vedan û barîkat hatine danîn û li serê sikakan de jî wesayît wek mertal hatine bikaranîn.
“Vî bajêrî xistin bajêra çalan”
Esnafekî ku li Semta Dortyola Baglarê dixebite di derbarê pevçûnên ku li Baglarê diqewin de diyar kir ji nişka ve pevçûn dest pê kirin û ji ber vê yekê jî xelk mecbûr ma ku biçin malên xwe.
Hemwelatiyekî din di derbarê mijarê de diyar kir dewlet wezîfeya xwe bi cî nayîne û wiha bertek nîşan da “Ev însan biçin kû derê, em ê çi bikin? Ev çal me perîşan kirin. Vî bajêrî xistin bajêra çalan.Ev bajêr bi çalan hat dagirtin. Êdî bese.”
Pîreka ku ji ber pevçûnan baz dabû û li ser peyarê behna xwe berdida ji teref nasnkiriyên wê ve ji cihê bûyerê hat birin.
“Me nihêrt ji nişka ve mala me bi kesên çekdar hatiye dagirtin”
Hemwelatiyekî din ê ku ditirsîya nava xwe bide jî di derbarê mijarê de diyar kir êvarî kesên rûyên wan nixumandî ji wan xwestine ku malên xwe vala bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em vegerîyan mala xwe me dît ku di mala me de hinek hene. Me dît ku kesên çekdar ketine mala me. Em li xwe heyîrî man.Me dît ku ew ê pevçûn dest pê kin me jî ji mala xwe reviya.”
“Min pitika xwe ya di pêçekê de hilgirt û ez reviyam”
Me ji pîrekên ku di destê wan de zarok û pitikên wan hebûn û ji cihê bûyerê bilez bazdidan pirs kir hûn çima baz didin? Pîrekan ji vê pirsê wiha bersiv dan: “Bûyer derketin, em jî ketin derdê canê xwe. Me bebeka di pêçekê de hilgirt û bazda.”
Her wiha pîrekek din jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji me re gotin derkevin, em jî diçin.Em jî nizanin a niha biçin kû derê.”
37 ekîbên bi zirx ji derveyê bajêr hatibûn teqwiyekirin
Berî niha hatibû îddîakirin kesên PKKyî li navçeya Baglarê jêrzemîna hinek avahiyan daye valakirin.Her wiha hatibû diyarkirin ji derveye bajêr 37 ekîbên bi zirx ji navçeya Baglarê re hatibûn teqwiyekirin.(ÎLKHA)