Kinc û hestiyên aydiyê 4 kesan hatin dîtin.
Hat gotin ku hestî û kincê di kolandina li gundê Tilzêrîn de hatine dîtin, aydiyê A.Vahab Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yûsûf Tûnç in. Kolandin di 23ê Gulanê de bi talîmata sewcîtiyê hatibûn destpêkirin. Hat gotin ku wê hestî û kincan bişînin saziya tiba edlî. Berî niha cesedê Mahmûd Abak bi ser bîrê ketibû. Li ser dîtina cesedê wî, merivên wan xwestibûn ku di bîrê de kolandin bê kirin ji bo her sê kesê din jî. (Bangaheq)