Komîsyona meclîsê ya ku li ser derbe û muxtireyan lêkolînê dike, rapora xwe amade kir û îfade kir ku divê dewlet ji mexdûran, uzr û lêborînê bixwaze. Di raporê de 20 maddeyên teklîf hene.
Di raporê de hat îfade kirin ku divê dewlet ji kesên mexdûr bûne uzr û lêborînê bixwaze, hemî fîş û qeydkirin bên îbtal kirin, di dewra derbeyê de malên ku dest dabûn ser, divê li xwediyê wan bên dayîn. Komîsyonê di 8 mehan de, li 156 kesan guhdarî kir û rapora xwe temam kir.
Di raporê de teklîfên tên kirin ev in:
Qanûnek esasî ya sivîl bê kirin, Komîsyonek bê avakirin da ku cînayetên failên wan meçhûl ronî bike. Hemî fîşkirin û qeydkirinê berî û paşiya derbeyan bên rakirin. Qanûnên ku gazî derbeya dikin bên tespît kirin. Ji hemî mexdûrên derbeyan, lêborîn bê xwestin. Di dewra derbeyan de malên ku dest dane ser wan, li xwedyê wan bên îade kirin. Heyeta ewlehiya mîllî, têkeve bin kontrola teşkîlatek sivîl. Derbasiya ordiya profesyonel dest pê bibe. Cenderme sivîl bibe. Yargiya eskeriyê yekser rabe. Têkiliya Oyak û dewletê ji hev bê birîn. Sînorên rewşa siqî û neasayî zelal bên diyarkirin.
Hat îfade kirin ku wê CHP û MHP, alternatîf raporan hazir bikin. www.bangaheq.net