Komîsyona Meclîsê: “Dewleta Kûr Hê Heye. Wê Êrîşan Rast Bike

Komîsyona Meclîsê: “Dewleta Kûr Hê Heye. Wê Êrîşan Rast Bike.”

 Komîsyona meclîsê ya ku li ser derbe û muxtireyan dixebite, îfade kir ku li Tirkiyê dewleta kûr hê baş tasfiye nebûye û wê dewleta kûr di pêş de êrîşan pêk bîne. Di rapora komîsyonê de ji bo “fealiyetên Daîra herba Xisûsî”, tabîra “tarîxa veşartî ya Tirkiyê” tê bikaranîn. Komîsyon ji bo derba 28ê Sibatê jî tabîra “cesareta cahilî” bikar tîne.

Di rapora komîsyonê de wiha tê gotin “Li Tirkiyê dewleta kûr ji ber ku nehatiye tasfiye kirin, wê êrîşan pêk bîne. Belgeyên cînayetên tarî yên derbeyan, divê di odeyên kozmîk de bên lêkolîn û lêpirsîn. Li Tirkiyê ji bo derba, ewilî rewşa qaosê tê avakirin. Dûre bi destê firotiyên dewletê hinek cinayet tên kirin. Tarîxa daîra herba xisûsî, tarîxa veşartî ya Tirkiyê ye.”

Di raporê de ji bo JİTEMê jî wiha hat îfade kirin “Jitem bi temamî rêxistinek bêqanûnî ye. Bi avabûna Jîtemê, li herêma başûrê rojhilat, cînayetên failên wan meçhûl dest pê kirine. Di pey van cînayetan teva de Jîtem heye.”

Di raporê de hat beyan kirin ku Turgut Ozal, di dewra derba 12ê Îlonê de burokrat bûye û Ozal tê sûcdar kirin ku bi derbekaran re hevkarî kiriye. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin