Berîya Komxebata çareserkirina Îslamî ya ji bo pirsgirêka kurd ya ku wê di 7-8 Adarê de bê li dar xistin, ji endamê komîteya tertîp kirinê mela Beşîr Şîmşek ji ajansa ÎLKEyê re beyanat da.
Muhterem mela Şîmşek, dîyar kir ku wê ji herêmê û derveyî herêmê gelek sazîyên sivîl, li Dîyarbakirê werin ligelhev û bi navê “Komxebata çareserkirina Îslamî” ya ji bo pirsgirêka kurd li dar bixin.
Mela Beşîr Şîmşek behsa armanc û hedefa komxebatê jî kir û weha got: “Armanca me ji bo pirsgirêka ku ev serê 90 salîye heye bi perspektîfa Îslamê bê çareser kirin û di vî warî de çareserîyan pêkbîne.”
Şîmşek xeberdana xwe weha dewam kir: “Cil û bergên ku berî niha amade kirine dixwazin li xelkê kurdê musluman bikin. Temsîlkarên kurda tenê ne PKKye.
BANGAHEQ