Konferansa Huda Parê

Şaxên Ciwaniyê yên navçeya Kayapinarê yên Huda Parê, ji bo xort û ciwanan

Şaxên Ciwaniyê yên navçeya Kayapinarê yên Huda Parê, ji bo xort û ciwanan, bi navê “Bi ciwaniya azad, ber bi siberoja ronî ve” konferansek li dar xist.

   Konferans li Muzeya Kulturê ya Cahît Sitki Taranci pêk hat. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Namzetê Huda Parê yê navçeya Kayapinarê parêzer Şaban Dalgin, li ser metersiyên rewşa sîstema perwerdeyê û ciwaniyê ya heyî xeber da.

   Her wiha nivîskarê Rojnameya Doğruhaberê Özkan Yaman jî xeber da. Da zanîn ku ciwanî zêde girîng e, divê qîmeta wê bê zanîn.

   Serokê şaxên Ciwanîyê yên navçeya Kayapinarê yên Huda Parê Hadî Kilil jî, di xeberdana xwe de wiha got: “Pirê kesên ku îman û bawerî bi pêxemberê me anîbûn, ciwan bûn û li ser destê wan ciwanên bi îman, alaya Tewhîdê bilind bû, gîha me û di vê dinya tarî de bû meşaleyek.”

    Konferans bi xwendina duayê qediya

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin