Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî erîşa Zaxo'yê lomand

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), êrîşa ku li navçeya Zaxo ya parêzgeha Dihok'ê ya Iraq'ê tê de sivîl hatibû qetilkirin şermezar kir.

Di daxuyaniya ji teref Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve hat kirin de werê hat gotin, "Endamên Konseya Ewlekariyê êrîşa ku li Duhok'a Iraq'ê di 20'ê tirmehê 2022'an de pêk hat bi zimanekî tund şermezar dike. Di encama êrîşê de tevî zarokan 9 sîvîl mirin. Endamên Konseya Ewlekariyê sersaxî ji malbatên mirîyan, ji hikumeta Iraq'ê û Kurdistan'a Başûr re da, ji birîndaran re başbûnek lez û tam daxwazkirin û ji bo tehqîqetê piştgirî dan hikumeta Iraq'ê."

Li navçeya Zaxo'ya Duhok'ê ku wilayeta Iraq'ê ye di tarîxa 20'ê tirmehê de di êrîşa hatibû kirin de tevî zarok 9 kesan miribûn, herî kêm 30 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe