Koreya Bakur Amerîkayê bi ‘Girava Guamê’ tehdîd kir

Birêveberiya Koreya Bakurpiştî daxuyaniyên tund ên Serokê DYAyê Donald Trump bi tehdîdê bersiv da û ‘Girava Guamê’ ya ku girêdayê DYAyê hedef nîşan da.

Weke ku tê zanîn Serokê DYAyê Donald Trump gefê li Koreya Bakur xwaribû. Piştî vê gefxwarinê birêveberiya Pyongyangê ‘Girava Gaumê’ wek hedef nîşan da û gefa êrîşa nukleer li Amerîkayê xwar.

Berdevkê lekşkerî yê Koreya Bakur derheqê mijarê de diyar kir ger DYA wan tahrîk bike ew ê serî li darbeya ewil bidin.

Berdevkê leşkerî yê ku derheqê mijarê de ji Ajansan Fermî ya Nûçeyan a Koreya Bakur re daxuyaniyan da. Berdevk di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew li ser stratejiya  êrîşa mûşekî ya li dijî Girava Guamê difikirin.

Berdevk her wiha diyar kir ger Serokê Dewletê Koreya Bakur Kîm Jong Un fermanê bide ew ê li giravê bidin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin