Kovara Kelhaamed Hejmara 13. Derket

Kovara we Bangaheq ji Kelhaamed bi jimara xwe a nû dîsa li hafa we xwendekarên xwe yên hêja ye.

Kovara we Bangaheq ji Kelhaamed bi jimara xwe a nû dîsa li hafa we xwendekarên xwe yên hêja ye.

Jimara nû jî dîsa bi dosya û nivîsên balkêş heya bi dev dagirtiye.

Bi taybetî di vê jimarê de Qiyama Şêx Se’îdê Şehîd derdikeve pêş. Qiyama Şêx Se’îdê Şehîd ji her alî ve hatiye nirxandin.

Dîsa jiyan û cihada Şêx Mehmûdê Hefîdê Berzencî bi du nivîsên balkêş hatiye pêşkêş kirin ji xwendekarên kovarê re.

Bi helbestên klasîk û nû, bi biyografiyên ‘alim û pêşîvanên Kurdan, bi tîpên latînî û ‘erebî, bi zaravayên kurmancî û zazakî, baxçê zarokan û hê bi gelek dewlemendiyên Kurd û Kurdistanê, kovara we Bangaheq Ji Kelhaamed ji bo hûn jê îstîfade bikin li hêviya we xwendakar û lêkolînerên hêja ye. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin