Kozmonotê Rûs ji fezayê sûreta Qenala Suveyşê parve kir

Kud-Sverchkovê kozmonotê Rûs ji fezayê sûreta keştîya ku Qenala Suveyşê xitimandiye parve kir.

Keştîya bi navê Ever Given ev bû 5 roj ku di Qenala Suveyşê  de asê maye ku ji ber vê yekê ticareta ku ji ser qenalê tê kirin ji sedî sed sekinî.

Kud-Sverchkovê kozmonotê Rûs ji fezayê sûreta keştîya ku Qenala Suveyşê xitimandiye parve kir û derbarê mijarê de wisa got: “Yek ji mezintirîn keştîyên konteynerê ya cîhanê. Dirêjahî 400 metro, firehî 60 metro. Niha hûn dikarin ji Îstasyona Fezayê bi çavê min li rewşa keştîyê û qenalê mêze bikin. Heta hûn dikarin bibînin ka çawa hewl tê dayîn da ku keştî ji cihê ku asê maye bê rizgarkirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"