Kûmpas Hat Şîkayetkirin

Grûba tahşîyeya ehlê cemaeta nûrê, bı îddîa ku rêxıstına paralelê dı 2010an de lı seranserê tırkıyê, bûne sedema desteserkırına zêdetırî 120 kesên dîndar, dest bı mucadela hıqûqê kır.

Grûba Tahşîyeya ehlê Cemaeta Nûrê, di heqê rêxistina paralelê de, bi îddîa ku di 2010an de li seranserê Tirkiyê bûye sedema binçavkirina zêdetirî 120 kesên dîndar gilîdar bû.

Grûba ehlê Cemaeta Nûrê anî ziman ku Fethullah Gulen di xeberdaneke xwe ya ku di 2009an de di malpera înternetê de hatiye weşandin de wan kirine hedef, bi ser xeberdanê salek derbas nebûye, ew û kesên ku navên wan di xeberdana Gulen de derbas bûne, marûzî operasyonê bûne.

Hat îfadekirin ku bê delîleke hiqûqî, li ser îddîayan di operasyonan de 120 kes hatine binçavkirin, ji wan hinek jî bela sebeb bi qasî 17 mehan girtî mane.

Fethullah Gulen di xeberdana xwe de weha gotibû: “Li Tirkiyê piştî hîzbulwehşetê el-Qaîde ava kirin. Sibê ew ê yên dîtir ava bikin. Mesela dikarin wek Tahşîye ava bikin. Heger wan xurt bikin, dikarin sîlehê jî bidin destê wan. Ew ê navê wan jî bikin Tahşîyecî. Paşê jî ew ê keleşan bidin destê wan. Dêmek heger îmkan bê dîtin, ev jî biçekdar dibin. Ew ê îcar mohra terorîstê jî li însana bixin.”

Ehlê Cemaeta Nûrê da zanîn ku pey vê xeberdana Gulen, îcar di televîzyona Samanyoluyê de, di rêzefîlma Tek Tirkiyeyê de bi navê “Orguta Tahşîyeyê ya ku heyeta tarî ew ava kiriye” hatibû propagandakirin.

Li gorî îddîayan, xeberdana Gulen di heqîqetê de şîfre bû. Li gorî vê şîfreyê hereket û grûb û saziyên ku li gorî Gulen hereket nekin, ew ê bên tesfiyekirin. Piştî van weşanan grûba Gulenê ya di emniyetê de, ketibû hereketê û pey teqîbata teknîkî bi îddîa ku endamên Hîzbûllah, el-Qaîde û grûba Tahşîyeyê ne, 122 kes hatibûn binçavkirin.

Lîderê grûba Tahşîyeyê Mehmet Doğanê 66 salî, nîvê şevê bi operasyonê hatibû binçavkirin. Mehmet Doğan wiha cewab dabû: “Çavê min bi qasî ji sedî 90 nabîne. Wekî din ez bi nexweşîya MSê me jî. Bê alîkariya kesê din ez nikarim hereket bikim. Heta niha min tu orgut ava nekiriye. Ma piştî 66 saliya xwe ez ê rabim orgut ava bikim?”  

Mehmet Doğan piştî girtîbûna 17 mehan hatibû berdan. Doğan paşê di heqê îthamên ku ji bo wî hatine kirin de bû gilîdar. Doğan gilîyê sewcîtiya Stenbolê kir û weha got: “Însanên ku li derûdora xwe biexlaq tê zanîn, çawa di şevekê de dibin terorîst. Komployek û senaryoyeke dehşet hatiye rastkirin. Em tenê bicîbûna heqqiyê dixwazin û gilîdar dibin.”

Li aliyê din tê hêvîkirin ku kûmpasa li ser endam û mexdûrên Îhya-Dera Xarpêtê, Wahdet-Dera Semsûrê û Mustezef-Dera Kahtayê yên ku di van operasyoanan de hatibûn sûcdarkirin û marûzî cezayên giran bûbûn jî bê eşkerekirin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar