Kurdistan Hemû girtiyên El-Partî hatin berdan

Tenê girtiyek nehatiye berdan

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî jibilî girtiyekî, hemû endamên din ên Partiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El-Partî) ku li ba asayişa PYDê girtîbûn, hatin berdan.
 

Li gorî çavkaniyê, hemû girtiyên El-Partî yên di destê hêzên asayişê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de hatin azadkirin.
 

Çavkaniyê eşkere kir ku tenê girtiyekî El-Partî yê bi navê Hesen Etê yê ji bajarê Kobanê li cem asayişê girtî maye.
 

Roja şemiyê, 74 endamên El-Partî ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan, hin ji wan li navçeya Xana Serê ya Dêrikê û hin li nêzîk bajarê Qamişlo ji aliyên asayişa PYDê ve hatibûn girtin.
 

Duh nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji ji Rûdawê re gotibû, piştî lêpirsînê endamên El Partî dê îro (20.05.2013) yan jî sibê (21.05.2013) bên berdan.
 

El-Partî jî hişyarî dabû PYDê ku eger tiştek bê serê endamên wan, PYD berpirsiyar e. Rudaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin