Kurdistanê Derbe Telîn Kir

Li paytextê herêma Kurdistanê li meydana Şanedara Hewlêrê bi hezaran kes li ber qetlîamên Nahda û Rabîatul Adewiyyeyê protesto rast kir. Protesto li ser gaziya partiyên Îslamî Komel û Yekgirtoyê hat lidarxistin

Serekê partiya komela Îslamî Mamoste Elî Bapîr û sekreterê yekîtiya alîmên dinyayê prof. Dr. Elî Qeredağî di mîtîngê de xeber dan. Di xeberdanên xwe de dan zanîn ku bi xelkê Misrê yê terefdarê Mûrsî re ne.

Mamoste Elî Bapîr qetlîamên cûntaya Misrê sert şermezar kir û wiha got “Li Misrê misluman bi hilbijartinan hatin îktîdarê. Lê cûntaya eskerî dest da ser îdareyê. Amanca wan dijberiya Mûrsî û Îxwan e. Mûrsî ne yekî wisa ye ku têkeve bin hegemonya welatên rojava û Emrîkayê. Em ji bo protestokirina qetlîamên cûntaya Misrê li vir civiyane. Divê tu kes li ber van qetîaman bêdeng nemînin.”

Prof. Dr. Elî Qeredağî jî wiha beyan kir “Ez silavê Yûsûf Qeredawî li we dikim. Qeredawî wiha got: Beriya qetlîaman min bi general Sîsî û rayedarên din yên eskerî re hevdîtin pêk anî. Min rîca kir ku xwîna millet neyê rijandin. Lê Sîsî rijandina xwîna millet tercîh kir.”

Qeredağî di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Eger kesên di  qetlîaman de hatibûn kuştin, yahûdî yan jî filleh bûna, ew ê dinya rabûba ser piya û hadîseyan şermezar bikirina. Lê ji ber meqtûlên qetlîaman misluman in, îro bêdeng dimînin.”

Millet bi slogan û panqartan destek dan Mûrsî û berxwedana xelkê misluamanê Misrê. Bangaheq

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar