Cîgire Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê dê bidome û got , “Em dê vê pêvajoyê bi aqilê siyasî çareser bikin.”
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Îdris Baluken û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder duh li gel Cîgire Serokwezîr Tirkiyeyê Yalçin Akdogan hevdîtinek pêlanîbûn. Şande îro li gel Cîgire Serokwezîrê Numan Kurtulmuş jî hevdîtinek pêk anî.
Kurtulmuş ji beriya hevdîtinê anî zimên hin kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê bê dawîkirin hene û hin kesên ku dixwazin bidome jî hene û got, “Em dê vê pêvajoyê bi aqilê siyasî çareser bikin.”
Numan Kurtulmuş daxuyandin rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ne sebebê ew encam e û wiha got, “Ji beriya operasyonên leşkerî em dixwazin pêvajoyek siyasî ya wan tevlîheviyan ji holê rabike hebe.”
Piştî daxuyaniya ku ji Qandîlê hatî ya “pêvajoya çareseriyê ji aliyê me ve xilas bû ye” Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî ragihand ku heta hefteyek tu gav neyên avêtin pêvajoya çareseriyê dê bi dawî bibe. Piştî ev daxuyanî hatin dayin Kurtulmuş jî got ew ji bo pirsgirêkek 90 sal e didome çareser bikin dixebitin û ji bo vê yekê jî îradeyek siyasî û piştgiriya gel heye.
Cîgire Serokwezîrê Kurtulmuş diyar kir ku gavên girîng avêtine û dê gavên girîng biavêjine jî û wiha domand:
“Bi têne çek danîn ne bes e. Divê gef li siyasetê neyên kirin. Gefên li ser hin bajaran, şewitandina wesayîtan û gef xwarina li hin kesên bêçek divê bên dawîkirin. Di vê çarçovê de ez di aliyê erênî de me. Înşallah pêvajoya çareseriyê dê serbikeve.”
Şande HDPê li bendê ne ku sibê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re jî hevdîtinekê pêk bîne.
Rûdaw