Di salên 2000an de fermanê kesên dîndar û xwediyê nasnameya Îslamî hat rakirin. Di vê fermanê de Nûrî Arslan jî wek wan Mislimanên din ji teref ‘rêxistina paralel’ û yên mîna wê ve di sala 2000an de bi kumpasên FETO hat girtin û bi mehan îşkence lê hat kirin. Dê û bavê Nûrî Arslan bang li rayedaran kirin û destnîşan kirin ew naxwazin lawê wan ê ku di girtîgehê de bi nexweşiyê ketiye wek wan mehkûmên din ên nexweş di girtîgehê bimire. Dê û bav ji ber vê yekê ji rayedaran tehliyeya lawê xwe xwestin.
Bav Murat Arslan diyar kir lawê wî berî vê 17 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin û heta niha 4 caran ameliyata qelb bûye. Bav her wiha diyar kir digel vê nexweşiya lawê wî ew jî wek wan mehkûmên din ên nexweş ji mirinê re hatiye terkkirin.
“Lawê min heta niha 4 caran ji qelbê xwe ameliyat bû”
Bav Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber şert û mercên girtîgehê lawê wî bi şikleke baş nayê tedawîkirin û her roja ku dibore rewşa wî girantir dibe. Bav Arslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min ev 17 sal e ku girtî ye. Dozger û hakimên FETO 17 sal e ku lawê min di girtîgehê de digrin. Lawê min heta niha 4 caran ji qelbê xwe ameliyat bû û 2-3 caran jî anjîo bû. Digel vê yekê hêj di girtîgehê de ye.”
“Êdî em dixwazin bila lawê me bê serbestberdan”
Bav Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel ku tu sûcê lawê wî tunebe jî ew ê di girtîgehê de bimre. Arslan dû re wiha pê de çû: “ Ez bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikim. Lawê min jixwe di girtîgehê de riziyaye. Sûcê lawê min çi ye ku wî serbest bernadin? Lawê min jixwe nexweş e, tu sûcê wî nîne û ew ê di wir de bimre. Em dixwazin bila êdî çareyek ji vê zilmê re bê dîtin. Êdî em dixwazin bila lawê me bê serbestberdan.”
Bavê 70 salî di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew êdî nema li ber vê êşê îdare dike. Dê Xatun Arslan jî di derbarê mijarê de diyar kir lawê wê jî wek wan mehkûmên din ên nexweş ji mirinê re hatiye terkkirin.
“Qezeba min şewitî”
Dê Arslan di derbarê mijarê de diyar kir lawê wê gelek caran ji qelbê xwe ameliyat bûye û hêj ev nexweşiya wî ya qelb berdewam dike. Dê Arslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Êdî lawê min serbest berdin! Qezeba min şewitî. Ev 17 sal e lawê min di bîra min de ye. Lawê min bêsûc e. Ev bi salan e ku em ji lawê xwe dûr in. Ev zilma 17 salane ya çi ye?”
“Ev 17 sal e ku me di rojên eydê de lawê xwe li ba xwe nedît”
Dê Arslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku lawê wê ameliyat bû ji ber ku Girtîgehê Kandirayê gelekî dûr bû ew neçûn ziyareta lawê xwe. Dê dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em her şev digrîn. Êdî em dixwazin lawê min were ba zarok û malbata xwe. Em dê, bav û malbata wî ne. Eydên me jî ev bi salan e ku bê wî derbas dibin. Ev 17 sal e ku me di rojên eydê de lawê xwe li ba me nedît. Em jî dixwazin di eydan de lawê me li ba xwe be. Em nikarin herin ba wî . Girtîgeha wî dûr e. Êdî ji çûyîn û hatina rêyên girtîgehan betilin. Vê zilma ku FETO anî serê me ne anî serê kafiran.”
Mehmet Şakîr Arslanê birayê Nûrî Arslan e jî di derbarê mijarê de destnîşan kekê wî mexdûrê FETO ye û bang li rayedaran kir da ku wî serbest berdin.
ÎLKHA