Mustafa Yetîş ku endamê Şaxa Kahtayê ya Musatazaf-Derê bû di 9ê Cotmeha sala 1010an de di operasyonên ku li navenda Semsûr û navçeyên Samsat û Kahtayê ji teref FETO/PDYyê ve hatibû lidarxistin de hatibû binçavkirin. Malbata Mustafa Yetîşê ku piştî binçaviyê wek ceza 10 sal û 6 meh jê re ceza hat dayîn diyar kir ku bila dawî li vî mexdûriyetê were.
Ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn a Meletî ve di îdianameyên ku hatin amadekirin de lidarxistina bernameya Wîladeta Pîroz, protestokorona Îsraîl û Emrîka, yadkirina Hz. Fatma û alîkarîiya li gelê geqîr wek sûc hatibû hesibandin.
Bes lawê malbata Yetîşî nahet girtin her wiha her tim mala malbata Yetîşî jî ji teref polêsên ku endama FETO/PYDyê ne ve hat tacîzkirin. Ev malbaty çendîn bar dûçarê zulma sewqkirinê bûn. Dê Fatma Yetîş jî mecbûr ma barê mala xwe mil kir û rojekî dema ku dîsa zulma sewqa çêbû wê xwe avêt ber wesayîta rîngê. Ji wî rojê pê ve êdî çokên wê negirtin.
Malbata Yetîşê qala mexdûriyeta xwe wiha ji ÎLKHAyê re kir:
“Ji min re got; ‘Dayê polês, amîrê ewlehiyê, dozger, hakim hemî Fetullahîst bûn’”
Fatma Yetîş diyar kir ku lawê wê yê Mustafa Yetîş ji teref polêsên ku endamê FETO/PYDyê ne ve hatiye binçavkirin û bi heman şiklê lawê wê ji teref dozger, hakim hemî Fetullahîst ve bi şiklekî neheqî hatiye darizandin. Dûvre Dê Yetîş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sûcê lawê min û yên hevalên wî tunebû. Ev zalim di bin sîwana Îslamê de zulm li me kirin. Ez ji bo dîtina Mustefa çûm Meletî. Lawê min ji min re got; ‘Dayê polês, amîrê ewlehiyê, dozger, hakim hemî Fetullahîst bûn’. Em nikarin van kesan. Bes Xweda dikare van kesan.”
“Dê Yetîş: Lawê min got; ‘wî şevê dema ku gotin derbe çbûye hemî weşanên me birîn”
Yetîş wiha qala serpêhatiyên lawê xwe yên ku şeva derbeyê hatibû serê wî kir: “2 saet piştî teşebusa derbeyê Mustefa li min geriya. Lawê min got; ‘wî şevê dema ku gotin derbe çbûye hemî weşanên me birîn. Me êdî hêviya xwe ji malbatên xwe birîbûn. Heke derbe pêk bihatibûya êdî tu kes dê me nedîtibûya. Dê me hemiyan bikuştibana. Xweda destûr neda vî yekê.”
Bav Yetîş: Ez dixwazim ku lawê min û hevalên wî ji nû ve derêxin dadgehê û wan serbest berdin
Bav Haci Mehmet Yetîş diyar kir ku ew piştî van musîbetan dûçarê nexweşiyên cûr bi cûr bûye. Yetîş di derheqê vî yekê de bes nifrîn kir.
Bavê ku di nav şîn û girînê de nifrîn kir wiha axivî: “Ji xwe ez nikarim biaxivim. Xweda di dujehê de belayê wan bide. Xweda wan zêdetir perîşan bike. Ez dixwazim ku lawê min û hevalên wî ji nû ve derêxin dadgehê û wan serbest berdin.”
Ahmet Yasînê lawê Mustafa jî diyar kir ku bavê wî bê sûc avêtine girtîgehê. Ji ber vî yekê wî bang li rêvebiran kir ku bavê wî serbest berdin. (ÎLKHA)