Malbata Muhammed Ali Jr. diyar kir ku wî di balafirgeha li Flirîdayê de dane sekinandin û wî kişandine ber pirsyariyan. Dûvre malbatê destênîşan kir ku têkiliya vê bi qedexeya seyahatê ya DYEyê ya ku tê nîqaşkirin re heye.
Hat ragihandin ku Asaad Alî (Muhammed Alî Jr.) bi dayîka xwe ya Khalilah Camacho-Alî re li Florîdayê di Balagirgeha Fort Lauderdaleyê ya Navneteweyî de hatiye sekinandin. Gor daxuyaniya ku Chrîs Mancîniyê him parêzger û him jî hevalê Alî ye da Alî û dayîka wî dema ku ji Jamaîkayê vedigerana ji ber navên wan ên Erebî ji teref wezîfedarên gumrukê yên Emrîkayî ve hatine sekinandin.
Hat ragihandin piştî ku jina Muhammed Alî fotografekî mêrê xwe daye nîşandan hatiye serbestberdan. Lê ji ber ku heman fotoğraf cem lawê wê yê Asaad Alî tunebûye nêzî 2 saetan wî kişandine ber pirsyariyan.
Muncîniyê parêzgerê Alî diyar kir piştî ku Alî diyar kiriye ku ew Misliman in zêdetir pirs jê hatiye kirin. Her wiha Muncînî diyar kir ku bê şek têkiliya vê bi qedexeya seyahatê ya DYEyê ya ku tê nîqaşkirin re heye. (ÎLKHA)