Lawikê dayikeke din ji PKKê revîya û gihaşt diya xwe

Onur Hanê ku berî vê 6 salan ji teref PKKê ve hat revandin û hat birin li serê çiyê vegerîya.Dayika bi navê Selma Han ev bû 522 roj ku ji bo lawê xwe li ber avahîya HDPê nobedê digirt.

Malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li ser çiyê ev bû 522 roj ku ji bo zarokên xwe li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirin.

Onur berî vê çend  rojan  li Şirnexê teslîmî cendirmeyan bûbû û ku îro wî anîn Diyarbekirê û ew û dîya xwe hevdû dîtin.

Di 22ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akar ji bo lawê xwe Mehmet Akarê ku hatibû revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û piştî 4 rojan lawê wê lê vegerîyabû.Piştî vê qonaxê dayikên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatibûn birin serê çîyê li Diyarbekirê çalakî dan destpêkirin ev çalakîya wan ev 522 roj in ku bênavber berdewam dike.




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn