Lebbeyk Ya Resûlûllah
Komel Û Mıllet Fîlma Heqaretwarî Tel’în Kırın
Millet û komelên Îslamî li ber fîlma heqaretwarî, dengê xwe bilind dikin, tepkî û protesto li dar dixin.
Li Sêwregê ji teref komela İkra-Derê ve, protesto hat rast kirin. Piştî nimêja esrê beyanata medyayî li meydanê hat xwendin. Millet bi tekbîr û slogana destek da protestoyê. Beyanat ji teref Huseyîn Şeker ve hat xwendin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku Hz Muhammed û Quran ji bo muslumana namûsa ekber e. Şeker got ku xebatên diyalogê, bûne sebebên zêdebûna heqaretên li dînê Îslamê. Huseyîn Şeker gazî muslumana kir ku li muqeddesatên xwe xwedî derkevin. Bername bi xwendina duaya Nîhat Çam Xoce bi dawî bû.
Li Kahtayê jî Çağri-Der bernama beyanata medyayî li dar xist. Di protestoyê de millet li Emrîka û siyonîst Îsraîl lanet barand. Protesto li ber nexweşxana kevn hat rast kirin. Beyanat ji teref Mehmet Sîvîl ve hat xwendin. Mehmet Sivîl da zanîn ku piştgiriyên fîlmê, Emrîka û siyonîst Îsraîl in. Beşdar tekbîr û sloganên xwe kêm nekirin.
Her wiha li Mêrdînê jî ji teref Dost-Derê ve, li Yenîşehîrê beyanata medyayî hat rast kirin. Millet bi tekbîr û sloganan û selewatan tevlî protestoyê bûn, Emrîka û Îsraîlê piştevan û fînansmanên fîlmê telîn kirin. Beyanat ji teref serekê komelê parêzer Yahya Tûran ve hat xwendin. Saziyên sivîl yên din jî destek dan protestoyê.
Li aliyê din, platforma evîndarên pêxember, ji bo mîtînga mezin ya wê di 23ê Îlonê de li meydana îstasyona Diyarbekir li dar bixe, xebat û amadehiyên xwe bi lez didomîne. Xizmetkarên platformê ji bo xebatan civiyan.