Lêborîn Xwestina Siyonîstan

Serekê Îsraîla Siyonîst Netenyahû ji ber qetlî’ama sê sal berê li Gemiya Mavî Marmarayê kiribûn li serekwezîrê Tirkiyê geriya û lêborîn xweste.

Serekê Îsraîla Siyonîst Netenyahû ji ber qetlî’ama sê sal berê li Gemiya Mavî Marmarayê kiribûn li serekwezîrê Tirkiyê geriya û lêborîn xweste. Netanyahû digel lêborînê beyan kir ku dana tezmînatê ji malbatên şehîdan re qebûl kirine.

Qezeteya Doğruhaber li ser vê lêborînê û dê pey vê lêborînê çi biqewimin bi SerekÊ Îhhê Bulent Yildirim re peyivî. Bulent Yildirim go: “Îsraîl bi nêrîneke terorîst weke korsanan êrîş bire ser însanên me’sûm û ew qetil kirin.

Em tu demî naxwazin ku têkiliyên wan yên bi Tirkiyê re baş bibin. Destê Îsraîl bi xwîne. Hûnê bi qatilan re kîjan têkiliyan baş bikin. Gavên vêga bên avêtin wê ne di cî de bin.”

Yildirim xeberdana xwe wisa domande: “Divê Tirkiyê taqîpkerê sozê ku Îsraîl daye be. Bi tu awayî divê bi Îsraîl bawerî neyê anîn. Em tu demî bi Îsraîl baweriyê naynin.”

Yildirim li ser ambargoya Ğezzeyê jî wiha xeberda: “Em bawer nakin ku Îsraîl vê ambargoyê rake. Gelek sebebê vê yekê hene. Sebebê herî mezin jî Îsraîl li wê derê îşğalker e. Dewleteke bi navê Îsraîl li wê derê nîn e. Li wê derê nêrîneke îşğalker heye. Divê em vê yekê eşkere bikin.”

Yildirim dîsa go: “Ji ber ku Îsraîl lêborîn xwestiye, wê dev ji tu de’wên vekirine bernedin. Sucdar sûcê xwe îtîraf kiriye. Vêga wê tevî mehkemeyan îmtîhanekê bidin. Dibêjin mehkemeyên azad û serbixwe, ez bi xwe bawer nakim ku qatilekî sûcê xwe îtîraf kiriye ji mehkemeyan bê cezagirtinê derkeve.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar