LÊGERÎNA DERBEYAN

Li gor xebera rojnameyekê, lêgerîn û lêkolîna derbeyan, salên tarî yên Tirkiye kifş dike

Li gor xebera rojnameyekê, lêgerîn û lêkolîna derbeyan, salên tarî yên Tirkiye kifş dike. Arşîvên doza 12 Îlonê, derbeya 28 Sibatê û lêpirsîna cînayetên failê meçhûl, dewrên tarî û ğeddar yên ku li ser millet bûbûn ezab û şewat, eşkere dike.

Li gor arşîv û ewraqan, xuya dibe ku hinek girtiyên nexweş, beriya mirina wan, derzî li wan hatiye xistin. Yek ji wan Îrfan Çelîkê ku di 14ê Îlona 1980an de di hepsa Davutpaşayê de can daye. Di raporên gelek kesên din yên ku ji me’mela xerab mirine de jî, ev hal tê beyan kirin.

Her wiha di arşîv û belgeyên derbeya 28ê Sibatê de, tê gotin ku ji teref qomandarê giştî yê cendermeyê Orgeneral Teoman Koman, emîrnameyek hatiye amadekirin û weşandin. Li gor vê emîrnameyê, mînarên ku di yekîneyên ordiyê de hatine çêkirin, wê bên xerakirin. Kirina nimêjê, ji personelên bi ritbe û memûrên sivîl re tê yesax û qedexe kirin. Wê ji van mescîda, tespîh û kom û cubbe bên rakirin. Di van mescîdan de ayetên ku li ser dîwaran hatine nivîsandin, wê bên rakirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be