Malbatên mehkûmên xwedî nasnameyên Îslamî yên ku di encama qumpasên FETO de hatine girtin hatin cem hev û Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Siabtê û FETO saz kirine Serokatiya Şaxa Êlihê ya TUMSÎADê ziyaret kirin.
Di ziyaretê de malbatên mexdûrên FETO destnîşan kirin ku gelek neheqî li wan hatiye kirin û ew di encama vî yekê de mexdûr bûne. Malbatan qala neheqiyan kirin û diyar kirin ku ew dixwazin bila piştgirî li malbatan were kirin.
Berdevkê malbatên mexdûr Huseyîn Olam diyar kir ew dixwazin bila ji bo kesên ku wek Yusufî ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin alîkarî û piştgirî li wan were kirin. Dûvre Olam wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi 10 hezaran kesên ku ji teref derbekerên 28ê Siabtê û dozgerên FETO ve ji sala 1990 ê heta 15ê Tîrmehê hatine mexdûrkirin û di girtîgehê de ne hene. Armanca me ew e kesên ku bi hincetên derew hatine girtin gor hiqûqê bila ji nû ve werin darizandin.”
“Mexdûriyetekî mezin heye”
Olam ragihand ku bi vî wesîlê wan saziyên ciwakê yên siwîl ziyaret kirine. Dûvre Olam wiha diyar kir: “Însanên ev 15-25 sal in ku di girtîgehê de ne û ji teref derbekerên 28ê Sibatê û 15ê Tîrmehê ve hatine mexdûrkirin. Em dixwazin ku bila ev mexdûriyet jî werin çareserkirin. Tevahiya nêzî 700 mehkûmên Îslamê cezaya sermedî sitandin e. Ev herî kêm 15 sal in ku di girtîgehê de ne hene. Kesên ku 25 sal e di girtîgehê de ne jî hene.”
“Em efû û litûf naxwazin”
Olam ragihand daxwaziya wan bes ew e ji bo kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin. Dûvre Olam wiha pê de çû: “Bi taybet em ji Serokkomar dixwazin ku ev însan ji nû ve werin darizandin û êdî ji bo ku mexdûriyeta wan were çareserkirin çi hewce dike pêk were. Em efû û litûf naxwazin. Bes bila hikûmet van mexdûran bibîne.”
“Divê ku dûbare li ser biryarên ku hatine dayîn were sekinandin û carek din dosya lê werin kolandin”
Serokê Şaxa Êlihê ya TUMSÎADê Nezîr Yeşîlyurt dest nîşan kir ku gelek însan bi delîlên beqem û sexte di girtîgehê de ne. Dûvre Yeşîlyurt wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di girtîgehan de gelek kesên ku bi delîlên sexte wek sermedî hatine cezakirin hene. Divê biryarên ku ji b ovan kesan hatine dayîn ji nû ve li ser were sekinandin. Dosyayên van ji nû ve werin vekolandin. Ji bo ku ev dûbare ji civakê re werin qezenckirin divê ku mafên wan ên ku ji wan hatine sitandin dûbare were dayîn.” (ÎLKHA)