Ev serê çend hefte ye, li Myanmarê baran û şiliya pir qewime. Ji ber şiliyê, li gelek deveran lehî rabû. Ji ber lehiyê 85 hezar kes bêmal man, bi sed hezaran hektar araziyê çeltûkê, di bin avê da man. Heta niha di hadîseyan de tiştek bi tu kesî nehatiye. Hat îfade kirin ku bi baranên Mûsonê, her sal li herêmê lehî radibin. Di 2008an de, firtona Nergîs qewimîbû. Di bagerê de 130 hezar kes miribûn, 800 hezar mal û xanî xera bûbûn.
Li aliyê din, li Balqanan şewat, gûr û belav dibe. Li Sirbîstan, Hirvatîstan, Bosna Hersek û Makedonyayê daristan dişewitin. Li Hirvatîstanê şewat bi ber bajarên Zagreb û Splîtê belav dibe. Li Sirbîstanê şewat gihaşt deverên cihnîşînê. Gelek gund di bin talûka şewatê de ne. Li Bosna Hersekê di hukmê deh rojan de, 2 hezar hektar daristan şewitî. Ji ber agir û şewatan, hinek mayinên di binê erdê de jî teqiyan. Ji bo tefandina agir, xebat tên kirin. Hat îfade kirin ku li Balqanan, hişkahiya herî mezin ya serê çel salî diqewime. Ji bo bidawîbûna hişkayî li Sirbîstanê ğeyrî muslîm derketin dua baranê.
Li Qarayîpê jî bagera İsakê, li Haîtî, Kuba û Komara Domînîkê tesîr dike. Firtone gîha rexê Florîdaya Emrîka. Li Haîtî, Kuba û Domînîk, dar ji kokê rabûn, xetên enerjiyê hatin birîn, gelek mal di bin axa hezaza de man. Serekek belediyê jî yê di ekîba rizgarkirinê de dixebitî, di lehiyê de winda buye. Ji ber firtona İsakê li Florîdayê, gelek seferên teyara hatin betal kirin, dikan û kargeh venebûn.
Her wiha li Hindîstanê jî barana Mûsonê tesîr dike. 20 kes mirin. Mekteb û daîrên resmî, hatin tatîl kirin. Li Nîjeryayê jî di lehiyan de 10 kes mirin. Hat îfade kirin ku li eyaleta Adamavayê, bi hezaran kesên malê wan di bin avê de mane, ji herêmê tehliye dibin. Lehî li ser arazî û heywanan jî tesîr dike. Gelek heywan telef bûne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)