Lêkolîna Li Ser Tewra Polîsên Emrîkayê

Lı emrîkayê lı ser tewr û hereketên polîs, lêkolînek hat kırın. nêzî nîva xelkê dıfıkırın ku polîs wezîfeya xwe baş nakın. pırê kesên zencî dıbêjın ku polîs lı ber însanan eynî me’melê nake.

Li Amerîkayê bi taybetî di rojên dawîn de, di heqê şîddeta polês ya li ser welatiyên zencî de nîqaş hene. Ji ber vê nîqaşê lêkolînek hat kirin, nîvê gelê Amerîkayê difikire ku polês wezîfeya xwe bi awayekî baş nakin.

Li New Yorka bajarê Emrîkayê, piştî ku polêsan welatiyê zencî Erîc Granerê 43 salî binçav kirin û bûn sedema mirina wî û li bajaroka Fergûsona bajarê Loîzê jî du welatiyên zencî yên 18 salî û 25 salî ku ji aliyê polêsan ve hatin kuştin, polês bûn mijara nîqaş û lêkolînê.

Di encama lêkolînê de ji du kesên amerîkî yek dibêje ku polês li seranserê welêt, wezîfeya xwe bi awayekî baş nakin, lazim e ku polês ji bo hemû koman heman me’meleyê bikin û ji polêsên ku wezîfeya xwe nakin jî divê hesab bê pirsîn.

Di lêkolînê de ji 10 kesan 4 kes jî dibêjin ku polês amûrên xwe yên wezîfeya xwe nizanin baş bikarbînin û spiyên amerîkayî jî, di tewdîrgirtinê de polêsan serkeftî nabînin.

Ji 10 amerikayiyên zencî 9 kesan got ku polês di bikaranîna hêz û me’meleya wek hev de sist in.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar